Zelensky: Fransa û Ukrayna li ser wê mijarê li hev kirin
PeyamaKurd – Di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li Parîsê, Vladimir Zelenskyy ragihand, wan ligel rêberê Fransa rêkeftinek kirine ji bo zêdekirina hejmara balafirên şer ên Mirage li Ukraynayê.
Zelenskyy wiha got: "Mîraja we (balafirên şer ên Mirage 2000 ên Fransî) ku niha yên me ne, pir baş derketin. Me li hev kir ku hejmara Mirageyan zêde bikin."
Macron ji hevdîtinên Amerîkayê haydar e
Zelenskyy diyar kir ku Macron ji pêşketinên hevdîtinên navbera Ukrayna û Amerîkayê haydar e û wiha dewam kir: "Emmanuel ji hemû hûrgiliyên hevdîtinên me yên bi aliyê Amerîkayê re û tiştên ku li Erebistana Siûdî bi mebesta vegerandina ewlehiyê û nêzîkkirina aştiyê hatin gotûbêjkirin, agahdar e."
Zelenskyy: Serok Trump hemû astengî rakirin
Wî herwiha bi bîr xist ku Serokê Amerîka Donald Trump astengên li hember parvekirina îstîxbaratê bi Ukraynayê re rakirin û got, "Me li Erebîstana Siûdî civîneke baş (bi nûnerên Amerîkî re) pêk anî û me zêdetir ji yek hevdîtin pêk anî û vê yekê ji me re çareserî anî ji bo pirsgirêka rakirina astengên li pêşiya alîkariya Amerîkî ku em hewce ne hemû astengî rakirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin