Almanya Fransa û Ukrayna ji bo hêzên xwe veksîne bang li Rûsyayê kirin
PeyamaKurd – Almanya, Fransa û Ukrayna, ji bo aramkirina rewşê, bang li Rûsyayê kirin da ku hêzên xwe ji ser sînorê Ukrayna vekşîne.
Serokomarê Ukrayna Zelenskî li Parîsa paytexta Fransayê bi Emanuel Macron re civiya û Şêwirmenda Almanya Merkel jî bi rêya vîdeokonferansê beşdarî hevdîtinê bû. Merkel diyar kir, zêdebûna yekîneyên Rûsî li ser sînorê Ukrayna û li Kirima ku Rûsya dest daniye ser, dibe sedema nîgeraniya wan.
Merkel û Macron herwiha dan zanîn, divê her du alî jî peymana Minsk bi temamî cîbicî bikin û piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Ukrayna, serweriya wê û yekpariya axa wê pesend kirin.
Zelenskî, piştî hevdîtina li gel Macron û Merkel, daxwaza civîneke 4 qolî kir û xwest ku li kêleka Merkel û Macron, serokê Rûsya Pûtîn jî tê de amade be û ew behsa nakokiyên di navbera Kîev-Moskoyê de bikin.
Berdevkê Kremlînê Dîmitry Peskov destnîşan kir, ji bo wan girîng e ku Macron û Merkel di hevdîtinê de ji Zelenskî re gotibin, dest ji provokasyonan berdin.
Ji bo çareserkirina krîza li herêma Donbas, Rûsya, Ukrayna û welatên endamên AGİTê, roja 27ê Tîrmeha sala 2020an biryara agirbesteke berfereh dabûn.
Di navbera cudaxwazên ser bi Rûsya û rêveberiya Kievê de ji sala 2014an ve şer û pevçûn hene û heta niha zêdetirî 13 hezar kesan hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin