Ji Fransa û Almanya peyamên serdana Samê: Kurd hevpeymanên me ne!

03 January 2025 18:01 0 dîtin
Ji Fransa û Almanya peyamên serdana Samê: Kurd hevpeymanên me ne!

PeyamaKurd – Piştî serdana îro 3yê Çileyê ya Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot û Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock, herdu welatan li ser dahatûya Sûriyê peyam dan.

Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku Fransa û Almanya bi xelkê Sûriyê re ne û ew dixwazin li wî welatî veguhestineke aştiyane ya xizmeta sûriyan bike pêk bînin.

 Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot beriya hevdîtina ligel Ehmed Şera li Şamê got: "Divê çareseriya siyasî bi hevpeymanên Fransayê re were kirin û hevpeymanên Fransayê yên li Sûriyeyê Kurd in."

Medyaya Almanî jî di hevdîtina Ehmed Şera û wezîrên Fransa û Alman de, bal kişand ser ku Colanî (Ehmed Şera) destê xwe nedaye Baerbockê ku jinek e û tenê destê xwe biriye ser sînga xwe.

Herdu wezîran beriya hevdîtina ligel Ehmed Şera yê serokê demkî yê Sûriyê, serdana zindana Seydnayayê kirin ku bi deh hezaran kes di dema desthilata Beşar Esed de li wir hatibûn girtin û kuştin.