Protestoyên Fransayê: Meydana Sanzelîze hat valakirin, Macron serdana Almanya betal kir

02 July 2023 12:06 0 dîtin
Protestoyên Fransayê: Meydana Sanzelîze hat valakirin, Macron serdana Almanya betal kir

PeyamaKurd – Protestoyên li seranserê Fransayê yên piştî kuştina xortê 17 salî yê bi navê Nael M. ji aliyê polîsê fransî ve, di roja xwe ya 6emîn de dewam dikin.

Heta niha nêzî 2 hezar kes hatine binçavkirin û di bûyerên tundiyê de jî gelek kes birîndar bûne ku di nav wan de polîs jî hene.

Hate ragihandin di şeva 5emîn a protestoyan de, kolana Şanzelîze ya Parîsê ji çûnûhatinê û serdanên turîstan re bi temamî hate girtin û valakirin.

Herwiha Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî ji ber rewşa aloz serdana xwe ya Almanyayê ya 2-4ê Tîrmehê betal kir û ji bo demeke din bipaş xist.

27ê Hezîranê li bajarê Nanterre yê Fransayê, polîsan gule berdabûn otomobîla ku ciwanê bi navê Nael M. û du hevalên wî tê de bûn û Nael can dabû. Piştî bûyerê di serî de li Parîsê û seranserê Fransayê protestoyan dest pê kiriye ku rewş hîn diçe aloztir dibe. Herwiha polîsê ku bûye sedema kuştina wî jî ciwanî hatiye girtin.