Protestoyên Fransayê pistî Belçîka li Swîreyê jî belav bûn...

02 July 2023 16:32 0 dîtin
Protestoyên Fransayê pistî Belçîka li Swîreyê jî belav bûn...

PeyamaKurd – Protestoyên ku piştî kuştina ciwanekî 17 salî ji aliyê polîsê fransî ve li seranserê welêt ji 28ê Hezîranê ve têne kirin û li welatê Swîsreyê jî belav bûn.

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê ji bo protestokirina kuştina ciwanê bi navê Nael M. şeva borî xwepêşandan hate kirin.

Hat ragihandin ku dema xwepêşandana bi beşdariya qasî 100 ciwanan de alozî derketiye û 7 kes hatine binçavkirin ku temenê wan di navbera 15-24 saliyê de bûne.

Li gorî daxuyaniya hêzên ewlekariya Swîsreyê, li çend kûçe û kolanên bajêr xwepêşanderan êrîşî dikanan kiriye û ziyan gihandiye wan.

Herwiha di bûyeran de, ciwanan bi kevir û molotofan jî êrîş birine ser polîsan. Piştî Fransayê doh li Belçîkayê jî li dijî kuştina Nael xwepêşandan hatibû kirin û 144 kes hatibûn binçavkirin.