Protestoyên Fransayê li Holanda û Belçîkayê jî belav bûn
PeyamaKurd - Protestoyên Fransayê ku îro 8ê Kanûnê gihîştin asta xwe ya herî bilind, li du welatên din ên Ewropayê jî belav bûn.
Herwiha piştî mudaxeleyên polîsan hejmara bizavkarên ku hatin binçavkirin jî li gor amarên dawî gihîşt 721 kesan.
Îro dema protestoyên Parîsê berdewam bûn, hevdem li Belçîkayê jî ‘êlek zeran’ rê girtin û çalakî li dar xistin. Polîsên Belçîkî 50 bizavkar binçav kirin.
Dîsa li Holandayê jî li paytexta Ewropa Brukselê, ‘êlek zer’ derketin meydanan di çalakiya protestoyî ya ku bi qasî 400 bizavkaran beşdarî kiribû de, bi hinceta ku alavên şer û pevçûnê ligel wan hene, 100 bizavkar hatin binçavkirin.
Di protestoyên îro de, her wekî li Fransayê îstifaya Serokomar Macron hat xwestin, li Belçîka û Holandayê jî heman slogan ji bo serokên wan welatan hatin qêrîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin