Çalakiyên Fransayê derbasî terefê Belçîkayê bû
PeyamaKurd – Li Fransayê bûyera ku bi kuştina xortekî ya ji terefê polîs de hatibû kirin, li ser rûdanê li Fransayê xwepêşandan destpêkiribûn heya niha dewam dike. Çalakiyên ku li Fransayê destpêkirin li Belçîkayê jî bandora xwe kir û niha li wir jî çalaki dewam dikin.
Ji bo destekê bidin çalakvanên Fransayê li Belçîkayê çalakvan dest bi xwepêşandanan kirin û di navbera çalakvan û polîsan de gengeşe derket. Polîs mudaxele bi grûban kir û hinek ji wan binçav kir. Xwepêşandan bi taybetî li Brukselê hat kirin da destekê bidin çalakvanên Fransayê.
Çalakvan li taxa navendî ya Brukselê li Anneessensê civiyan, keviran avêtin polîsan, camên rawestgehên otobusan şikandin û hinek erebeyan şewitandin. Seet di 23.00 yê şevê de dema polîs giha ciyê bûyerê, li Bûlwara Lemonnierê di navbera wan de pevçûn derket. Rawestgeha metroyê ya Anneessensê hat girtin, herêm ji bo çûna alavan (ereban) hat qedexekirin. Polîs li dora 10 kesan xiste binçav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin