Heyeta DYA-Fransayê li Rojavayê Kurdistanê dest bi hevdîtinên bi terefên Kurd re kir

12 December 2024 00:16 0 dîtin
Heyeta DYA-Fransayê li Rojavayê Kurdistanê dest bi hevdîtinên bi terefên Kurd re kir

PeyamaKurd – Heyetên DYA û Fransayê li Rojavayê Kurdistanê xwest ku di bin serokatiya Mazlum Abdî de ENKS û PYNK, ji bo mafên xwe bidest bixin, dest bi diyaloga Kurd-Kurd bikin. Li ser mijarê akademisyenê Kurd Ferid Sadûn ji bo Rûdawê ji bo Dilbixwîn Dara got ku heyet dest bi diyaloga terefan kiriye.

Ferid Sadûn ragihand ku civîna bi PYNKê re li Qamîşlo li mala wî çêbûye, ew bi xwe jî tevî civînê bûye û hinek kesên serbixwe jî tevî civînê bûne. Wê di nav 2 rojan de, heyet bi ENKSê re hevdîtin bike.

Sadûn gotiye ku heyet ji terefan re ragihandiye ku di vê dewrê de, divê diyaloga Kurd bidin destpêkirin, şer dikeve ber deriyê Kurdan, li ser Kurda tehdîd heye û divê terefên Kurd dev ji dijberiya xwe berdin û li dora masa girover bicivin, diyalogê bidin destpêkirin û heyet peyama yekîtiyê dide wan.

Sadûn, ragihand ku heyet dixwaze Kurd yekîtiya xwe ava bikin da li Şamê karibin mafên xwe bidest bixin. Akademisyen Ferîd Sadûn got ku li ber partiyên siyasî yên Kurda tenê rêyekî heye; niyeta grûbên muxalif heye ku Rojava bixin destê xwe û herêm di bin talûkê de ye. Ferîd Sadûn weha dewam kir:

“ Wê her dû teref (ENKS-PYNK) di 2 rojên pêşiya me de civînekî pêkbînin û bi fermandarê HSDê Mazlum Ebdi re bicivin da pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin.”

Heyetên DYA û Fransayê gotiye ku divê Kurd li Şamê yek deng bin û muzakereyên xwe bikin û her dû dewlet (DYA-Fransa) di nav hefteyekî pêşiya me de, ji bo li Şamê muzakereyan bikin kirine hedefa xwe ku heyetekî hevpar ya Kurdan damezrînin.

Sadûn got ku heyet destekê dide fermandarê HSDê Mazlum Abdî da serokatiya heyeta Kurd bike, serok Mesûd Barzanî jî, vê lihevkirinê destek dike û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî wê bi dilxweşî qebûl bike.