ENKS: Divê Rojavayê Kurdistanê li hemberî destwerdanên derve bên parastin
PeyamaKurd – Di wê civînê de ku piştî rûxana rejîma Esed hat lidarxistin, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bal kişand ser giringiya misogerkirina yekrêziya gelê kurd.
Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê (ENKS) duh li bajarê Qamişlo, li hola El-Barzanî El-Xalid a Partiya Yekîtiya Kurdistana Sûriyê, civîna xwe ya asayî lidar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna “şehîdên şoreşa Sûriyê” û rêberê nemir Mele Mistefa Barzanî dest pê kir. Paşê Serokê ENKSyê Silêman Oso di destpêka axaftina xwe de pîrozbahiya rûxandina rejîma otorîter li Şamê, li hemû pêkhateyên Sûriyê yên netewî û olî kir.
Oso diyar kir ku ew hêvî dikin Sûriyeya îro bibe welatê hemû kesên li wir dijîn. Tekez kir ku Encûmenê bi redkirina vexwendina Beşar Esed a ji bo Şamê di destpêka şoreşa Sûriyê de helwêsteke rast nîşan daye.
Hat bibîrxistin ku ENKS ji destpêka şoreşê ve li kêleka gelê Sûriyê ye û ligel opozîsyona Sûriyê tevdigere.
Di civînê de beşdaran bal kişand ser girîngiya yekitiya gelê kurd û diyar kirin ku divê Rojavayê Kurdistanê li hember destwerdan û dagirkeriya derve bên parastin. Her wiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê hebûna gelê kurd û mafên wî yên netewî bi destûrî di Sûriyeke nenavendî de bên garantîkirin.
ENKSyê diyar kir ku divê danûstandin bi rêveberiya nû ya Şamê re bileztir bibe, lê ENKSyê bal kişand ser zelalkirina nêrîna xwe ji bo paşeroja Sûriyê. Beşdaran diyar kir ku xebat di organên opozîsyona Sûriyê de berdewam in û ji bo çareseriya aloziya Sûriyê cîbicîkirina biryara 2254ş ya Neteweyên Yekbûyî pêwîst e.
Di civînê de tekezî li ser giringiya peywendiya li gel welatên ereb û civaka navdewletî hate kirin. Bi taybetî biryarên civîna ku li Urdinê pêk hat û welatên Ereb, Yekîtiya Ewropa, DYA, Tirkiye û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen jî beşdar bûn hatin pêşwazîkirin.
Beşdaran herweha spasiya Serok Mesûd Barzanî kir ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve piştevaniya gelê kurd kiriye û ji bo hembêzkirina penaberên kurd li herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin