Serokê ENKSê: Divê kadroyên PKKê ji Rojavayê Kurdistanê derkevin

04 November 2021 16:56 0 dîtin
Serokê ENKSê: Divê kadroyên PKKê ji Rojavayê Kurdistanê derkevin

PeyamaKurd - Serokê ENKSê Siûd Mela daxwaz ji PKKê kir, destêwerdanê di karûbarên Rojavayê Kurdistanê de neke û kadroyên xwe jî vekişîne.

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela di hevpeyvîneke bi rojnameya “Kurdistan” re derbarê danûstandinên di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de ragihand, ew bi serxistina danûstandinên bi PYNKê re ne.

Serokê ENKSê destnîşan kir: “Eger em gihîştin rêkeftinekê ku di biryarên siyasî, îdarî, aborî û leşkerî de hevbeş bin, em red dikin ku PKK xwedî biryar be.”

Siûd Mela tekez kir: “Peyama me ji wan re eşkere ye, divê kadroyên PKKê derkevin û eger kesek ji wan bimîne jî, divê ti biryar di destê wî de nebin.”

Serokê ENKSê herwiha got: “Baweriya PYDê bi têgeha hevbeşiyê tune ye.”

Serokê ENKSê diyar kir: “Em wek ENKSê dibînin ku danûstandina bi kadroyên Sûrî re baştir e. Divê kadroyên perçeyên din ên KurdIstanê vegerin cihên xwe. Divê PYD jî girtiyên siyasî serbest berde.”

Siûd Mela bal kişand ser rola Serok Barzanî di yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de û got: “Serok Barzanî ji destpêkê ve xwast em yekrêz bin. Me bersiva daxwaza Serok Barzanî da û 3 rêkeftin hatin îmzekirin, lê baweriya PYD bi diyalog, lêborîn, pêkvejiyan û xebata hevbeş nîne.”