Serokê ENKSê: Emê di xizmeta gelê Rojavayê Kurdistanê de çalaktir bibin
PeyamaKurd - Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Nîmet Dawûd ku nû dest bi erka xwe ya seroktiya ENKSê kir ragihand, ew ê di warê siyasî û dîplomasî de, çalakiyên nû bikin û di xizmeta gelê Rojavayê Kurdistanê de çalaktir bibin.
Nîmet Dawûd ji medya Kurdistanê ra axivî û got: “ENKS wek çarçoveyeke siyasî li hemû civîn û danûstandinên siyasî yên navdewletî amade dibû, lê proseya siyasî ji du salan ve hatiye rawestandin, vê yekê jî bandor li karê ENKSê kiriye. Di qonaxa bê de, em ê hewl bidin di warê siyasî û pêwendiyên dîplomasî de çalakiyên nû bikin.”
Nimet Dawûd diyar kir: “Di warekî din de jî, em bêhtir nêzîkî miletê xwe dibin û pêwendiyan bi saziyên civakî re zêde dikin. Yanî em ê hewl bidin ku çalakiyên ENKSê di warê siyasî û meydanî de û di xizmeta doza miletê me de, aktîf bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin