Wê PYNK ENKSê vexwîne civîna netewî ya Rojavayê Kurdistanê

11 February 2025 19:14 0 dîtin
Wê PYNK ENKSê vexwîne civîna netewî ya Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Berdevka Yekîtiya Partiyên Neteweyî (PYNK) ku bi serpereştiya PYDê ava bûye, Sema Bekdaş ragihand ku wan komîteyek ji bo serdana ENKSê ava kiriye ji bo ENKSê vexwîne civîna neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê.

Hêjayî gotinê ye, Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) piştî hilweşîna rejîma Esed bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re civiyabû û diyar kiribû ku civîna li ser yekrêziya aliyên Kurd û şanda hevbeş bo Şamê erênî derbas bûye. Herwiha ENKSê çend roj berê vekişîna xwe ji nav opozîsyona Sûriyê ragihandibû.

 Berdevka PYNKê Semra Bekdaş ji Rûdawê re daye xuyakirin ku ew amadekariyên civîna neteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê dikin.

Bekdaş ji bo hevdîtina ligel ENKSê jî wiha axivî: “Me komîteyek ava kir da ku serdana birayên me yên ENKSyê bike û wan dawetî civîna neteweyî ya ku tê amadekirin bike. Me gelek hewl da ku dema serdanê diyar bikin lê heta niha ti bersiv ji wan nehatiye. Hewldanên me yên ji bo birayên me yên ENKSê tevlî civîna neteweyî bibin zêdetirî mehek e berdewam dikin.”

Berdevka PYNKê wiha pê de çû: “Di vê qonaxa ku Sûriye tê re derbas dibe pêwîstî bi yekîtiya helwest û nêrîna Kurdî heye da ku em beşdarî avakirina wê bibin. Kurd xwedî hêzeke leşkerî û projeyeke demokratîk in ku Ereb, Kurd, Suryan û Asûriyan dihewîne û divê nêrîna me ya siyasî yek be da ku mafên me û pêkhateyên din bên parastin. Em dê hewl bidin û berdewam bikin da ku birayên me yên aliyê din û partiyên derveyî her du aliyan tevlî vê civînê bibin. Eger em ti bersivê ji wan nestînin jî ev civîn dê bi beşdariya partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û kesayetiyên serbixwe berdewam bike. Lidarxistina civînê nayê wê wateyê ku diyaloga di navbera PYNK û birayên me yên ENKSyê de rawestiyaye. Qonaxa hestiyar a ku Sûriye tê re derbas dibe, lihevkirineke di nêrîna siyasî de di navbera hêzên Kurdî de ferz dike.Em bangî Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê dikin ku tevlî civîna neteweyî bibe da ku li ser avakirina Sûriyeya paşerojê û li hemberî êriş û siyasetên li ser gelê Kurd tên meşandin em helwesteke hevbeş û nêrîneke yekgirtî ava bikin.”