Civîna asayî ya ENKSê li Qamislo hat lidarxistin

14 August 2021 15:01 0 dîtin
Civîna asayî ya ENKSê li Qamislo hat lidarxistin

PeyamaKurd – Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriya (ENKS), li ofîsa PDKSê ya rojavayê Qamişlo, civîna xwe ya asayî roja 13ê Tebaxa 2021an, di saet 10ê sibehê de li dar xist.

Civîn bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mele û bi amadebûna endamên desteya serokatiyê û tevlîbûna endamên emindariya giştî pêk hat û di civînê de, rewşa siyasî hat gotubêjkirin.

Di derbarê naveroka civînê de, endama desteya serokatiyê Fesla Yusif daxûyanik belav kir û da zanîn: ‘‘Bi giştî li ser pêşveçûnên herî dawî yên siyasî derbarî naveroka diyaloga Kurdî-Kurdî, di navbera encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên Yekîtiya Niştîmanî Kurdî gengeşe kirin û herwiha ser rol û xebata ENKSê û piştevaniya wê derbarî lihevkirin û yekrêzî û yekhelwesta Kurdî di nav danûstandinan de ku dikeve di ber xizmet û berjewendiya gelê Kurd de li Kurdistana Sûriyê û weke encûmena niştîmanî tekes kirin ser berdewamiya van danûstandinan.’’