Civîna hinartina petrola Kurdistanê îro tê lidarxistin
PeyamaKurd - Wezareta Petrolê ya Iraqê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê yên Herêma Kurdistanê wê îro li Bexdayê bicivin.
Reutersê ji zarê sê çavkaniyan ragihand, gotûbêjên ji bo bilezkirina hinartina petrolê heta roja Pêncşemê hatin paşxistin ji ber nakokiyên li ser şert û mercên di navbera kompaniyên petrolê û Wezareta Petrolê ya Iraqê de,
Civîna di navbera Wezareta Petrolê ya Iraqê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û şîrketên petrolê yên Herêma Kurdistanê de ku biryar bû 4ê Adarê li Bexdayê were lidarxistin, hat paşxistin.
Li gorî amaran, piştî rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê zêdetirî 25 milyar dolar zerar dîtiye.
Bi mîlyaran dolar zerarên ku ji ber rawestandina hinardekirina petrolê çêbûn, di warê aborî de rewşek dijwar çêkir. Berdewamiya vê rewşê bi kêrî tu kesî nehat, berovajî vê yekê zêdetir zirarê dît.
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Muhammed daxuyaniyek da û got, "Li gorî peyama herî dawî ya ku me ji Tirkiyeyê wergirt, bendera Ceyhanê ji bo hinardekirina petrolê amade ye."
Rayedar diyar kir ku hemû amadekarî bi dawî bûne û niha li benda ronahiya kesk a hinartina petrolê ye û da zanîn.
"Li gorî rêkeftina ku bi BPê re hatiye kirin, tê plankirin ku di nava 1-3 salên bê de hilberîna petrolê li kêlgehên Kerkûkê bigihêje 420 hezar bermîlan û tê plankirin ku ev rêj bi rêya boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê were hinardekirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin