Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji ber ‘garantiyê’ hat pasxistin

06 March 2025 14:31 0 dîtin
Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji ber ‘garantiyê’ hat pasxistin

PeyamaKurd – Wezareta Petrolê ya Iraqê gelek caran ragihandibû ku “di demeke nêzîk de hinartina petrolê dê dest pê bike.”

Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê (APIKUR) Myles B. Caggins ragihand ku “Nebûna rêkeftineke fermî li gel hikûmeta Iraqê ji ber wê yekê ye ku hîn hinartina petrolê ji Kurdistana Iraqê dest pê nekiriye.”

Tevî ku dihat plankirin ku di 4ê Adarê de civîneke sê alî di navbera Wezareta Petrolê ya Iraqî, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistana Iraqê û APIKURê de were lidarxistin jî lê ev civîn pêk nehat.

Tê payîn ku civîna mijara gotinê îro pêk were.

Cîgirê serokê HKN Energy ku navenda wê li Amerîka ye, Matthew Zais got: “Em çaverê dikin ku dahatên me yên li Herêma Kurdistanê bên dayîn, lê ji bo vê yekê pêwîstî bi rêkeftineke di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye û piştre jî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyan de.”

Li gorî qanûna bûdceya federalî ya ku meha borî hatiye pesendkirin, ji bo lêçûna berhemanîna her bermîleke petrolê 16 dolar hatiye diyarkirin.

Divê Hewlêr û Bexda di nava 60 rojên derbasbûna qanûna budceyê de mekanîzmaya rêkeftinê diyar bikin. Ev mekanîzma dê pêvajo şêwirmendiyê pêk bîne ku lêçûnên berhemanîna her zeviyên petrolê li Herêma Kurdistanê cuda binirxîne.

Li gorî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, tê plankirin ku di destpêkê de rojane 185 hezar bermîl petrol bi rêya bendera Ceyhanê were hinardekirin û bi demê re ev rêje bigihe 300 hezar bermîlan.

Şîrketên neftê beriya ku careke din dest bi hinardekirinê bikin, daxwaza garantiya domdariya xwe ya aborî dikin.