Ew welat, dê li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê bicivin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada Iraqê hatin ragihandin, rayedarên Iraq û Tirkiyeyê dê di 19ê Hezîranê de li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê civînek bikin.
Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Muhammed Abadî, di derbarê rewşê de hûrgilî parve kirin û ragihand ku wan biryar daye bi aliyê Tirkiyeyê re li ser vegerandina şandina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ji bo cîhanê hatibû hinardekirin, hin nirxandinan bikin.
Wezîr Abadî da zanîn ku wan diyar kiriye ku di zûtirîn demê de hinartina neftê ji nû ve dest pê bike, aliyê Tirkiyeyê jî diyar kir ku derengmayîn, ji ber sedemên teknîkî û parastina boriyan e.
Her wiha Abadî eşkere kir ku Iraq rojane 3 milyon û 300 hezar bermîl petrol bi rêya bendera Ceyhanê dişîne bazarên cîhanê.
Beriya niha di 25ê Adara 2023yan de bi biryara Dadgeha Navdewletî, şandina petrolê ji Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin