Li Fransayê çalakiyên li hemberê “qanûna xanesîniyê” car din destpêkirin

06 April 2023 22:40 0 dîtin
Li Fransayê çalakiyên li hemberê “qanûna xanesîniyê” car din destpêkirin

PeyamaKurd – Di wexta ku serokê Fransayê Emmanuel Macron seredana Çênê dike, çalakvanên Fransayê car din dest bi çalakiyên li hemberê qanûna xaneşîniyê kirin û daketin kuçe û kolanan. Lê ya xerab ew e ku çalakvan li Parîsê, êrîşê xwaringeha La Rotondeyê kirin ku Emmanuel Macron jê hez dike. Polîs dora xwaringehê girtin lê çalakvan şûşe û tiştên dinan avêtin polîsan. Polîs li hemberê çalakvanan xazê bikaranî.

Çalakvan êrîşê ser banka Credit Agricole bankê ya li Parîsê kirin. Li gor 11 rojên berê jimara çalakvanan gelek kêm bûye.

Konseya Destûra Fransayê wê di 14 ê nîsanê de bicive û li ser qanûna xaneşîniyê biaxifin lê îhtîmaleka qelse ku qanûnê betal bike.