Li Fransayê cotyar agir berdan ofîsa gumrikê û çalakiyên xwe berfireh dikin
PeyamaKurd – Cotyarên Fransayê do li Fransayê dest bi meşa xwe ya li hemberê hukumetê kiribûn ji ber ku cotyar siyaseta çandiniya Fransayê qebûl nedikirin. Îro jî cotyar agir berdan ofîsa gumrikê û çalakiyên xwe berfireh dikin. Sendîka jî destekê didin cotyaran û dixwazin Parîsê dorpêç bikin.
Li ser firehbûna tevgerê, serokwezîrê Fransayê Gabriel Attal ragihand ku hukumet dev ji baca motorînê berdaye. Lê cotyar û çalakvanên din rakirina bacê têr nedîn û ragihandin ku wê tevgerên xwe dewam bikin.
Li bajarê Gardê duhî di navbera tîmên Nimes û Rouen de pêşbirka fûtbolê hebû û di wexta pêşbirkê de 150 cotyar ketin nav stadê û di nav stadê de sirûda niştîmanî ya Fransayê xwendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin