Netanyahu: “Heya lîsta esîrên serbest bên berdan nekeve destê me, agirbes nabe”

18 January 2025 21:32 0 dîtin
Netanyahu: “Heya lîsta esîrên serbest bên berdan nekeve destê me, agirbes nabe”

PeyamaKurd – Li gor peymana agirbesê; diviya Hamasê di nav 24 seetan de lîsta navên Îsraîliyên ku di destê Hamasê de dîlin bidana Benyamin Netenyahu lê heya niha Hamasê lîstê jê re neşandine. Li ser destpêkirina agirbesê Netenyahu got ku heya lîste jê re neşînin wê agirbse destpêneke. Netenyahu got:

“Li gor peymana ku me çêkir, heya lîsta esîran negihê destê me, em ê agirbesê nedin destpêkirin. Îsraîl rê nade îhlala peymanê. Berpirsiyarî ya Hamasê ye.”

Divê Hamas 24 seet berya destpêka agirbesê lîsta esîran bigihîne Îsraîlê.