Netanyahu: Eger rehîneyan serbest bernedin wê agirbes biqede

11 February 2025 22:02 0 dîtin
Netanyahu: Eger rehîneyan serbest bernedin wê agirbes biqede

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ragihand ku dîlên Îsraîlê yên di destê Hamasê de serbest nên berdan, wê peymana agirbesê bi dawî bike û weha got:

“Eger Hamas dîlên me teslîm neke, wê agirbes bi dawî bibe û heya Hamas têkhere, wê şerê me dewam bike.”

Piştî Hamasê guherîna dîlan da rawestandin, Netenyahu ferman da ku desteka yekîneyan bişînin Xezzayê. Artêşa Îsraîlê li herêmê, xebatên ewlehiyê zêdetir kir û Netenyahu weha dewam kir:

“Eger Hamas heya roja Şemiyê li dora nîvrojê esîrên me serbest bernede, wê îsraîl car din dest bi êrîşên dijwar bike.”

Serokê DYAyê Donald Trump jî ji bo rewşa esîran bi Netenyahu re di heman fikrê de ye.