Netanyahu ji Îranê re: Eger hûn êrîs bikin, em ê aboriya we hilwesînin

13 November 2024 10:41 0 dîtin
Netanyahu ji Îranê re: Eger hûn êrîs bikin, em ê aboriya we hilwesînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdia kir ku êrîşa nû ya Tehranê ya li dijî Îsraîlê wê aboriya Îranê hilweşîne.

Netanyahu di peyama xwe ya vîdyoyî de derbarê Îranê de nirxandinan kir.

Netanyahu bi îdiaya ku di tolhildana 1ê Cotmehê ya Îranê ya li dijî Îsraîlê da "zerareke mezin" çênebû, îdia kir ku ev êrîş 2,3 milyar dolar zirar daye aboriya Tehranê.

Netanyahu ku hikûmeta Îranê dike armanc, amaje kir ku êrîşeke nû ya muhtemel a Tehranê li dijî Îsraîlê dikare aboriya Îranê hilweşîne.

Netanyahu diyar kir ku ew û gelê Îsraîl û gelê Îranê jî nakokiyên di navbera Tel Avîv û Tehranê de naxwazin.

Netanyahu bi îdiaya ku rêveberiya Tehranê "hewl dide paşeroja gelên Îranê û hem jî Îsraîlê têk bibe" wiha got: "Em ê rê nedin vê yekê. Şika min tune ku rojekê di Îraneke azad de Îsraîlî û Îranî bi hev re pêşerojeke dewlemend û aştiyê ava bikin."