Benny Gantz: Wê Netanyahu rehîneyan pasde neyne

03 September 2024 23:35 0 dîtin
Benny Gantz: Wê Netanyahu rehîneyan pasde neyne

PeyamaKurd – Serokê Partiya Yekîtiya Netewî yê Îsraîlê Benny Gantz ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ji bo meqamê xwe yê siyasî nahêle peymana guhertina dîlan bibe û got:

“Netenyahu li xelkê derewan kir. Wê esîran danegerîne malên wan. Wê başûr neparêze, kesên li bakûr dijîn dê wan danegerîne malên wan û wê ber li çêkirina sîlihên nuklerî yê Îranê negre.

Netenyahu, li temamê daxwazên guherîna esîran daîma ber girt û nehişt. Ez şaş namînim ji ber Netenyahu dixwaze meqamê xwe yê siyasî di dest de bigre. Îran ber bi çêkirina sîlihên nuklerî ve diçe, bi DYA re zerarê dide pêwendiyên me. Pêwiste em rehîneyan paşde bînin welew bedela wê gelek giran be jî.”