Li Pirde agir berdan dexlên cotyaran
PeyamaKurd- Li nahiya Pirde ya bi ser bajarê Kerkûkê agir berdan dexlên cotyaran. Berpirsê beşa lêkolînê yê baregeha polîsê Pirde Heval Mihemmed bo Rûdawê ragihandiye ku li gundê Çomezerdele agir berdane dexlên xelkê.
Ji sala 2016an de ye ku Erebên ji derve anîne devera Kerkûkê û rêxistina DEAŞ ê her wexta çinandina dexlên cotyarên Kurd tê, agir berdidin dexlê wan û bi Kurdan re şerekî aborî û debarî dimeşînin. Her sal bi hezaran donum dexlên cotyarên Kurd dişewitînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin