Netanyahû: Bi agirbestê ser ranaweste, wê tenê dîlên îsraîlî bên berdan
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû li ser pêşniyarên agirbestê û pevguhertina dîlan bi Hemasê re got, wê pêşniyarên agirbestê şerê Xezeyê nedin rawestandin, lê ji bo pevguhertina dîlan agirbesteke demkî pêk were.
Li gorî nûçeyên medya Îsraîlê, Netanyahû di axaftina komîteya derve ya parlamentoyê de li dijî pêşniyara Serokê Amerîkayê Joe Biden a agirbesta Xezeyê derketiye.
Netanyahû got ku di navbera pêşniyara Îsraîlê û ya Biden de valahî hene û bêyî behsa hurgiliyan bike diyar kir, “Îsraîlê di qonaxa duyem de bidawîkirina şer qebûl nekiriye, tenê xwestiya dawiya şer nîqaş bike. Nîqaş tê çi maneyê? Em tenê li dor rastiyên xwe dikarin nîqaşê bikin.”
Netanyahû destnîşan kir, ew dê şerê Xezeyê bi rêya pêşniyara agirbestê ranewestînin û tenê wê agirbest bi kêra serbest berdana dîlên Îsraîlê were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin