Blinken bi Netanyahû re dicive: Tê payîn ji bo agirbestê zextan lê bike
PeyamaKurd - Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu wê li Qudsê bi Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken re bicive.
Tê payîn ku Blinken ji bo li Xezzeyê agirbest pêk bê wê li Netanyahu zextê bike.
Di daxuyaniya li ser kanala Telegramê ya fermî ya hikûmetê hate weşandin de hate gotin ku di hevdîtina bi Wezîrê Derve yê DYAyê Antony Blinken re wê di demjimêr 11:00an a li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Qudsê pêk bê de wê Blinken û Netanyahu li ser mijara agirbesta Xezzeyê nîqaş bikin.
Hat ragihandin ku Netanyahu û Blinken wê rewşa dawî ya hevdîtinên agirbesta li Xezzeyê û gavên dîplomatîk ên bê gotûbêj bikin.
Di nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê de hatibûn weşandin de hatibû gotin ku tê payîn Blinken di 18ê Tebaxê de bê Îsraîlê û di 19ê Tebaxê de wê bi Serokwezîr Netanyahu re hevdîtinekê pêk bîne.
Tê çaverêkirin ku di serdana Wezîrê Derve yê DYAyê de, li gel agirbesta Xezzeyê, danûstandinên pevguhertina girtiyan û aloziya ligel Îranê bê gotûbêjkirin.
Hat destnîşankirin Blinkenê ku tê payîn ji bo agirbestê zextê li Netanyahu bike, dibe ku serdana Qeter û Misirê jî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin