Ji Îsraîlê daxuyaniya hevdîtina Netanyahû û Blinken

19 August 2024 16:36 0 dîtin
Ji Îsraîlê daxuyaniya hevdîtina Netanyahû û Blinken

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di çarçoveya serdana xwe ya 9emîn a Rojhilata Navîn de, li Orşelîm (Qûdsê) bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re civiya.

Serokwezîriya Îsraîlê derbarê hevdîtina Netanyahû û Blînken de ku li dor hewldanên agirbesta Xezayê hate kirin de, daxuyanî da.

Hate ragihandina ku bi qasî 3 demjimêran berdewam kiriye erênî derbas bûye û Netanyahû pabendbûna xwe bi pêşniyara agirbestê ya Amerîkayê û berdana rehîneyên di destê Hemasê de nîşan daye.

Li aliyê din Hemasê jî li ser danûstandinên agirbestê ragihandiye ku pêşniyara agirbestê li gorî daxwaziyên Netanyahû ye û ji ber berdewama dagirkeriya Îsraîlê ya li Netzarim, Deriyê Refahê û Korîdora Philadelphia temambûna pevguhertina dîlan tê astengkirin.