Blinken ji bo hevdîtinên agirbestê yên li Xezzeyê çû Misrê

18 September 2024 12:08 0 dîtin
Blinken ji bo hevdîtinên agirbestê yên li Xezzeyê çû Misrê

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo nirxandina rewşa heyî ya têkildarî pêvajoya muhtemel a agirbesta li Xezzeyê çû Misrê.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Blinken ji bo ku here Qahîreya paytexta Misrê ji Washingtonê derket.

Blinken ji bo vejandina pêvajoya agirbesta li Xezeyê ya ku hatiye astengkirin û di rewşeke nediyar de maye û rewşa heyî binirxîne dê bi Misrê re hevdîtinan pêk bîne.

Blinkenê ku dê beşdarî Civîna Diyaloga Stratejîk a DYA-Misrê ya li Qahîreyê bibe, tê çaverêkirin ku vê carê neçe Îsraîlê.

Hat ragihandin Blinkenê ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va di serdanên xwe yên li Rojhilata Navîn da timî Îsraîl ziyaret dike, cara ewil wê ji Tel Avîvê derbikeve.