Di roja ewil a agirbestê de 552 kamyonên alîkariyê derbasî herêma Xezzeyê bûn

20 January 2025 10:12 0 dîtin
Di roja ewil a agirbestê de 552 kamyonên alîkariyê derbasî herêma Xezzeyê bûn

PeyamaKurd – Di roja ewil a agirbestê de 552 kamyonên alîkariyê derbasî Şerîda Xezzeyê bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî ya Xezeyê da hat gotin ku "Ji serê sibê û vir ve 552 kamyonên alîkariyê ji ser sînor ketin Şerîda Xezzeyê. Ji van 242 kamyon derbasî bakurê Xezzeyê bûn."

Hat ragihandin ku di kamyonên alîkariyê de sotemenî, malzemeyên tenduristiyê û berhemên bingehîn ên xwarinê û herwiha sebze û fêkî hene.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên zêdetir ji bo herêmê ku hewcedariyên Xezzeyê pêk bînin, hewl tên dayîn.

Di qonaxa yekem a agirbestê de tê pêşbînîkirin ku rojane 600 kamyon alîkariyên mirovî derbasî Xezzeyê bibin û 7 roj piştî ku rêkeftin bikeve meriyetê jî wê Deriyê Sînor ê Refahê were vekirin.