NY: Di roja yekem a agirbestê de 630 TIRên alîkariyê derbasî Xezeyê bûn

20 January 2025 18:12 0 dîtin
NY: Di roja yekem a agirbestê de 630 TIRên alîkariyê derbasî Xezeyê bûn

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di roja yekem a agirbesta Xezeyê de, zêdetirî 630 barhilgirên alîkariyê derbasî Şerîda Xezeyê bûne.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY yê bo Karûbarên Alîkariyên Mirovî Tom Fletcher, li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand, ji doh ve zêdetirî 630 TIR ketin Xezeyê ku ji van 300ê wan alîkariyên mirovî gihandine bakurê Xezeyê. 

Fletcher diyar kir, “Dema ku em winda bikin nîne, piştî şerê bê eman ê 15 mehan pêdiviyên mirovî pir zêde ne.”