SOHR: 36 barhgilgir alîkariyên leskerî gihîstin Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 36 barhilgirên alîkariyên leşkerî û lojîstîk gihand hêzên li Rojavayê Kurdistanê.
SHORê îro 21ê Sibatê eşkere kir, Hêzên Hevpeymanan ji bo bihêzkirina bingeh û pêgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê, li deriyê sînorî yê Elwelîdê alîkariyên xwe yên leşkerî gihandin bingehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê.
Hate ragihandin ku ew alîkariyên leşkerî ji zirîpoş û tankerên sotemeniyên çek û teqemenî û sindoqên bendkirinê pêk hatin. Hemû alîkarî bo bingeha Qesrekê li devera Wezîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin