SOHR: Komên çekdar gihîstin navenda Helebê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî 3 rojên şer û pevçûnên ligel hêzên rejîma Sûriyê û milîsên Îranê, komên çekdarên HTŞ serkêşiya wan dike îro 29ê Mijdarê gihîştin navenda bajarê Helebê.
Hate ragihandin ku komên çekdar ber bi navenda Helebê ve diçin û li xeta taxên Hemdaniye, Heleba Nû û Zehraya yên li dervayî bajêr parastina hêzên hikûmetê şikandine.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, komên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) serokatiya wan dike ketine navenda Helebê.
Herwiha komên çekdar li rojhilatê başûrê Îdlibê navçeya Seraqibê ya ku rêyên M4 û M5ê digihîjin hev ji bakur û başûr ve dorpêç kirin. Heta niha di pevçûnan de hêzên çekdar li bajarên Heleb û Îdlibê 70 dever kontrol kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin