SOHRê rapora binpêkirinên Tirkiyê û komên çekdar a 5 mehên dawî eskere kir…

13 June 2022 19:50 0 dîtin
SOHRê rapora binpêkirinên Tirkiyê û komên çekdar a 5 mehên dawî eskere kir…

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) rapora xwe ya li ser binpêkirinên li herêmên artêşa Tirkiyê û çekdar ên opozîsyona Sûriyê eşkere kir.

Li gorî raporê, proseya guhertina demografiyayê li herêmên Kurdî dewam dike û di 5 mehên îsal de jî 146 kes li herêmên Kurdî û herêmên din ên bakurê Sûrî yên di bin kontrola desthilata Tirkiyê de hatine kuştin.

SOHRê diyar kir ku ji destpêka îsal ve 146 kes li Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê û navçeyên din ên Sûriyê yên di bin kontrola desthilata Tirkiyê û komên çekdar de hatine kuştin, ji wan 57 sivil (ji nava wan 12 zarok û 4 jin in), 78 çekdar, 9 leşkerên Tirk, kesekî xwekuj û kesekî bênasname ne.

  • Di 5 mehên borî de 272 kes jî ji ber kiryarên tundûtûjiyê birîndar bûne.
  • Di raporê de hatiye gotin, li herêmên di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar de, herî kêm 60 şer û pevçûn rû dane, çi şerên di navbera komên çekdar xwe bi xwe de û çi di navbera eşîr û malbatan de bin. Di encama wan şer û pevçûnan de, 54 kes hatine kuştin, ji wan 7 sivîl û 47 çekdar û leşker in. Bi dehan kes jî birîndar bûne.
  • Di 5 mehên îsal de li wan herêman 37 teqîn bi riya mîn û bombeyan rû dane, di encamê de jî 26 kes hatine kuştin, ji wan 8 sivîl in, 13 çekdar, 3 leşkerên Tirk, xwekujek û kesekî nenas in.
  • Di 5 mehên îsal de 341 kes ji komên çekdar û îstixbarata Tirkiyê ve li wan navçeyan hatine revandin ku di nava wan de 2 zarok û 16 jin hene. Piraniya kesên hatine revandin (231 kes) ji Efrînê ne.
  • 120 kesên revandî piştî standina bac û fidyeyê ji wan hatine berdan.

Guhartina demografiya Efrînê berdewam dike

Li gorî SOHRê di çarçoveya guhertina demografiya bajarê Efrînê û avakirina komlegehên nişticihbûnê de, Komela Destên Spî yên Kuwêtê qonaxa duyem a gundê “Basma” roja 29ê Adarê vekir ku ji 8 komelgehan nû (125 xanî) pêk tê. Di avakirina 6 komelgehên din de jî berdewam e.

SOHRê da zanîn, ev komelgeha nişticihbûnê li ser zeviyeke çandiniyê ya desteserkirî ya welatiyekî (Z.H) ku xelkê gundê Şadêrê yê Efrînê ye hatiye avakirin û rûbera wê "10 hezar" metro çargoşe ye.

Herwiha di meha Nîsana borî de jî koma Sultan Murad li nêzî gundê Kefrûmê yê navçeya Şera, komelgehek ji bo xelkê bajarê Humsê ava kir, hejmara xaniyan nêzî 360 xaniyan e.

Dîsa amadekarî ji bo avakirina komelgehên din ên niştecihbûnê li gundê Axclê yê li navçeya Cindirisê û gundê Omera li navçeya Şera tê kirin, ku komên çekdar dest bi kolandina zeviyên çandiniyê yên welatiyên Efrînê yên bi darê zorê koçber bûne, kirin.

Li aliyê din Komeleya Destên Spî yên Kuweytî di meha Gulanê de komelgeheke nişticihbûnê li nêzîkî gundê Kefr Sefrê li navçeya Cindirêsê ava kir, ew komelgeh ji 250 xaniyan, dibistan, mizgeft û dikanan pêk tê. Ev komelgeh li quntara çiyayê “Hecî Mihemed” hat avakirin, piştî ku darên daristanê jê hatin birîn û malbatên koçberên Şamê lê hatin bicihkirin.