NY: "Ji bo hevdîtinên agirbestê yên li Xezzeyê em bi aliyan re di nava têkiliyê de ne"

28 November 2024 09:03 0 dîtin
NY: "Ji bo hevdîtinên agirbestê yên li Xezzeyê em bi aliyan re di nava têkiliyê de ne"

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji bo muzakereyên agirbesta Xezzeyê yên ku ji aliyê DYA, Tirkiye, Misir û Qeterê ve tên kirin, bi hemû aliyan re di nava têkiliyê de ne.

Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq derbarê mijarê de daxuyanî da.

Heq destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin her cure însiyatîfa agirbestê ya li Xezzeyê, Haq bi bîr xist ku ev demeke dirêj e banga agirbestê dikin.

Heq bal kişand ser pêwîstiya agirbesta li Xezeyê, berdana girtiyan û zêdekirina alîkariyên mirovî.

Derbarê wê yekê de ku NY derbarê danûstandinan de hatiye agahdarkirin yan na, Heq diyar kir ku pêwendiya ligel aliyan berdewam e û ew hewl didin zanyariyan werbigirin.