DYA: Hevdîtinên agirbestê yên Îsraîl û Hemasê rawestiyane
PeyamaKurd - Rayedarên Qesra Spî û Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çend hefteyên dawî bû her diyar dikirin ku li Xezzeyê lihevhatina artêşa Îsraîlê û Hamasê nêzîk e, lê belê berdevkê Qesra Spî John Kirby îro berovajiyê wan daxuyaniyan diyar kir ku danûstandin li ber rawestînê ne.
Yek ji rayedarên DYA yên ku digotin alî ji bo Xezzeyê nêzîkî lihevkirinê ne John Kirby bû, lê belê Kirby di bernameyeke televizyoneke DYAyê de diyar kir ku di van du hefteyên dawî de di encamdana peymanekê de ti pêşketin çênebûne.
Li ser pirsa pêşkêşvanê televizyonê ya "Tê gotin ku hevdîtinên agirbesta ji bo Xezzeyê rawestiyane. Gelo ev rast e?" Kirby got: "Ez dikarim bêjim ku me di du hefteyên dawî de tu pêşkeftinek bi dest nexist."
Kirby, ji ber bawerî nedaye û pêşniyazên lihevkirinê red kiriye Serokê Hamasê Yahya Sinwar ku piştî Îsmaîl Haniye li Îranê hate kuştin, bû serokê Hemasê, bi şêweyeke tund rexne kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu meha borî di hevpeyvîneke ligel Fox Newsê de, li ser vê mijarê axivîbû û gotibû, "Lihevkirinek nehatiye amadekirin. Ji ber vê yekê, mixabin wê di demeke nêz de lihevkirinek pêk neyê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin