Îsraîlê beriya hevdîtinên agirbestê hêrisî Refahê kir: Herî kêm 20 kes mirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di hêrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî 3 malanên li Refaha Xezeyê de herî kêm 20 Filistînî mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedarên tenduristiyê yên Filistînê ragihandin ku frokeyên Îsraîlê li bajarê Xezeyê li bakurê herêmê jî li dijî 2 malan hêriş pêk anîne û di encama vê hêrişê de herî kêm 4 kes mirine.
Hêrişa Refaha ji ber metirsiya hêrişa Îsraîlê ya li dijî Refahê nêzîkî milyonek kes jê pena bûne, çend demjimêran berî ku berpirsen Hemasê li Qahîreya paytexta Misirê ji bo gotûbêjkirina pêşniyara dawî ya agirbesta bi Îsraîlê re hevdîtinan pêk bînin hate kirin.
Îsraîl bi hefteyan e plana operasyoneke leşkerî ya berfereh a li dijî Refaha ku ew angaşt dike baregeha navendî û ya dawî ya Hamasê ye dike. Lê belê gelek welat û Neteweyên Yekbûyî li dijî vê operasyonê ne û radigihînin ku ev operasyon wê bibe sedema karesateke mezin a mirovî.
Hamasê roja Yekşemê ragihand ku şandeke bi serokatiya Cîgirê Serokê Hemasê yê Xezzeyê Xelîl El Haya, wê li ser pêşniyara peymana dawî ya Îsraîlê ku bi navbeynkariya Qeter û Misrê pêk hatibû, gotûbêj bike.
Navbeynkarên ku ji hêla DYE ve têne piştgirîkirin di van demên dawî de lez dan xebatên xwe yên ji bo lihevkirinê.
Hamasê hûrgilîyên pêşnîyara dawî eşkere nekiribû, lê belê jêderekî di nav xebatên danûstandinan de ye ji Reutersê re ragihand ku tê çaverêkirin Hamas bersiva pêşniyara dawî ya Îsraîlê ya agirbestê bide.
Heman jêderî diyar kir ku di pêşnûmaya Îsraîlê de li hember azadkirina filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de ne, bi kêmî 40 dîl bêne serbest berdan.
Jêder her wiha diyar kir ku egeriya “aramiya demdirêj” heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin