Ji Îsraîlê biryara pasxistina hevdîtinên agirbestê: Heta Hamas bersivê nede...
PeyamaKurd – Kabîneya Şer a Îsraîlê ragihand ku heta Hamas bersiva pêşniyara agirbestê ya Serokê Amerîkayê Joe Biden nede, ew dê şanda danûstankar neşînin Qeterê û muzakereyên agirbestê bipaş dixin.
Li gorî nûçeya televizyona dewleta Îsraîlê KANê Kabîneya Şer a Îsraîlê biryar da, heta Hamas bersiva pêşniyara Biden nede, neçin Dohayê û muzakereyan bipaş bixin.
KANê diyar nekir bê ew biryara kengî hatiye dayîn. 4 civînên dawî yên kabîneya şer li ofîsa Netanyahû hatibûn kirin û hatibû gotin, rageşiya bi Hizbûlaha Lubnanê re hatiye gotûbêjkirin.
Herwiha hatibû ragihandin ku ew li benda bersiveke êrênî ya ji Misir û Qeterê ne bo agirbestê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin