Sanda Hemasê ji bo hevdîtinên agirbestê derbasî Qahîreyê bû
PeyamaKurd – Şanda danûstandinan a Hemasê, îro 8ê Sibatê ji bo berdewamkirina hevdîtinên agirbestê yên ligel Îsraîlê derbasî paytexta Misrê Qahîreyê bû.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hemasê de hatiye ragihandin ku şanda bi pêşengiya Cîgirê Serokê Hemasê yê Xezzeyê Xelîl el-Hayye ji bo temamkirina hevdîtinên agirbestê derbasî Qahîreyê bû.
Hêjayî gotinê ye, Hemasê li hember pêşniyara agirbestê ya ji bo pevguhertina dîlan hatibû kirin, wê agirbest ji sê qonaxên 45 rojî pêk were.
Li gorî pêşnûmeya agirbestê wê dîlên îsraîlî li beramber girtiyên filîstînî bên azadkirin, cenazeyên herdu aliyan bên pevguhertin, avadankirina Xezzeyê dest pê bike û hêzên Îsraîlê jî ji Xeta Xezzeyê bi temamî wê vekişin.
Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihandibû ku wan pêşniyarên Hemasê red kirine û ew bêyî serkeftineke mayînde razî nabin. Di danûstandinên agirbestê de, Amerîka navbeynkariyê ji bo Îsraîlê dike û welatên Qeter û Misrê jî ji bo Hemasê navbeynkariyê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin