Hevdîtinên sanda DEM Partiyê bidawî bûn: Wê rojên pês daxuyaniyeke nivîskî bê dayîn

18 February 2025 19:18 0 dîtin
Hevdîtinên sanda DEM Partiyê bidawî bûn: Wê rojên pês daxuyaniyeke nivîskî bê dayîn

PeyamaKurd – Hevdîtinên Şanda DEM Partî û Îmraliyê ya bo Herêma Kurdistanê, îro 18ê Sibatê bi civînên ligel Serokê Partiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û berpirsên Silêmaniyê bidawî bûn.

Şanda DEM Partiyê ku sê roj in ji bo gihandina peyamên Abdullah Ocalan û piştgiriya proseya li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, li Herêma Kurdistanê ye.

Şanda DEM Partiyê li Hewlêrê jî ji aliyê Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ve hatibû qebûlkirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku di nav şanda navborî de ye, îro 18ê Sibatê piştî hevdîtinên li Silêmaniyê li ser Gora Mam Celal Talebanî ragihand, wê hemû aktorên Kurd di vê pêvajoyê de roleke dîrokî bilîzin.

Bayindir got ku şanda wan hevdîtinên xwe îro li Silêmaniyeyê bi dawî kirin û ew dê ji ser Hewlêrê ve sibe vegerin Bakurê Kurdistanê. Herwiha Bayindir diyar kir, “Roj ne diyar e lê di pêşerojê de şandeya me dê der barê van hemû hevdîtinan de ji raya giştî re, ji gelê me re daxuyaniyeke bi nivîskî parve bike. Em dîsa li ser navê şandeyê we bi rêzdarî silav dikin.”