Sanda Îmralî ya DEM Partiyê li Hewlêrê dest bi hevdîtinên xwe dike

16 February 2025 08:23 0 dîtin
Sanda Îmralî ya DEM Partiyê li Hewlêrê dest bi hevdîtinên xwe dike

PeyamaKurd - Şanda DEM Partiyê ya Îmraliyê ku bi Abdullah Ocalan re du caran li girava Îmraliyê hevdîtin kiribû doh Şemiyê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê ji aliyê parêzgar Umêd Xoşnaw ve hate pêşwazîkirin.

Şanda Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û rêveber û parlamenterên DEM Partiyê tê de cî digirin wê îro Yekşemê 16ê Sibatê dest bi hevdîtinên xwe bikek.

Biryar e şanda navborî îro bi Serok Barzanî re bicive û derbarê proseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gotûbêjê bike û şêwra Serok Barzanî jî bistîne.

Endama Şanda Dem Partiyê Perwîn Buldan ragihandiye ku ew serdaneke gelek girîng ji bo Hewlêrê dikin û ew ê roja Yekşemê bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re bicivin.

Herwiha Perwîn Buldan gotiye: “Em ê di wan civînan de danûstandinan li ser proseya nû ya aştiyê bikin, piştî ku me du caran bi Ocalan re danûstandin kirine û me ji wî re ragihandiye, ku civîna me bi Serok Barzanî re û wergirtina nerînên wî li ser vê proseyê gelek girîng e.”

Buldan diyar kir, “Em dê di civîna xwe ya ligel Serok Barzanî de nerîn û hizir û pêşniyarên wî yên giştî li ser proseya aştiyê bi hikmet werbigirin û paşê bigihînin Ocalan.”

Endama şanda DEM Partiyê eşkere kir, “Heta niha ti civanek ji bo serdana Zindana Îmraliyê nehatiye danîn, tê çaverêkirin heger bangek ji aliyê Ocalan ve hebe, lê heta niha ji bo vê banê civanek nehatiye diyarkirin.”