Serok Barzanî sanda Îmralîyê ya DEM Partiyê qebûl kir

16 February 2025 11:04 0 dîtin
Serok Barzanî sanda Îmralîyê ya DEM Partiyê qebûl kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 16ê Sibatê roja Yekşemê, li Pirmamê pêşwazî li şanda DEM Partiyê ya li Îmraliyê du caran serdana Abdullah Ocalan kiribû, kir.

Hatiye ragihandin ku wê şanda DEM Partiyê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê re jî bicive û paşê derbasî Silêmaniyî bibe û li wir jî hevdîtinan pêk bîne.

Şanda Îmraliyê ya ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, beriya niha ragihandibû ku ew li ser pêşniyara Ocalan bi Serok Barzanî re jî dicivin daku şêwr û pêşniyazên wî derbarê pêvajoya hatiye destpêkirin de bistînin.

Tê çaverêkirin şanda Îmraliyê piştî vegera ji Herêma Kurdistanê cara sêyemîn bi Abdullah Ocalan re li girtîgeha Îmraliyê hevdîtinekê pêk bîne û derbarê banga wî ya çekdanîna PKKê de jî agahiyan parve bike.