Hemasê Îsraîl bi derengxistina agirbestê tawanbar kir

25 December 2024 19:16 0 dîtin
Hemasê Îsraîl bi derengxistina agirbestê tawanbar kir

PeyamaKurd –  Hevdîtinên bi navbeynkariya Qeter û Misirê yên bo agirbesta navbera Îsraîl-Hemasê û pevguhertina dîlan nêzî encamê bûye, lê Hemasê Îsraîl bi derengxistina agirbestê tawanbar kir.

Tevgera Hemasê ya li Xezeyê ragihandiye ku di demeke hevdîtinên agirbestê, vegera niştecihan û pevguhertina dîlan bipêş ketine de, Îsraîl mercên nû dide pêş wan û peymana agirbestê dereng dixe.

Di daxuyaniya nivîskî de hatiye diyarkirin ku hevdîtinên li Dohayê bi awayekî cidî pêşve diçin û Hemas jî bi berpirsiyarî û hestiyar tevdigere.