Li Misrê hevdîtinên pistperdeyê yên bo agirbestê têne kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li paytexta Misrê Qahîreyê ji bo agirbesteke pevguhertina dîlên Îsraîlî û girtiyên Filîstînî hevdîtin berdewam dikin.
Li gorî nûçeya rojnameya Şerq El Ewsat, serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye gihîştiye Qahîreyê û di vê serdanê de danûstandinên li pişt perdeyê çêdibin û hêviyên pêkanîna agirbesteke nû hatine vejandin.
Herwiha şandeke din a Cîhada Îslamî hefteya bê serdana Qahîreyê dike, ji bo ku li ser agirbesteke muhtemel danûstandinan bike.
Rojnameyê diyar kiriye, çavkaniyeke filistînî gotiye danûstandinên ku bi navbeynkariya Misir-Qeterê çêdibin, wê li gorî serbestberdana girtiyên filistînî ji girtîgehên Îsraîlê û bi beramber jî berdana dîlên îsraîlî be.
Herwiha li gorî medya erebî, danûstandinên di navbera Fetih û Hemasê de li ser siberoja Xezayê ya piştî şer jî dest pê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin