Mesrûr Barzanî pêswazî li Konsûlê nû yê Misrê kir: Pêwendî têne pêsxistin

10 October 2024 17:32 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pêswazî li Konsûlê nû yê Misrê kir: Pêwendî têne pêsxistin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 10ê Cotmehê li Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Misirê yê Herêma Kurdistanê yê nû Mehmûd Farûq Yûsif kir.

Mesrûr Barzanî, di hevdîtinê de, konsulê nû yê Misrê ji ber destbikarbûnê pîroz kir û daxwaza zêdetir bipêşxistina pêwendiyên dualî anî ziman.

Konsulê Misirê yê nû dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karê li Herêma Kurdistanê anî ziman û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistin û bihêzkirina pêwendiyên veberhênan, bazirganî, tenduristî, perwerdehî û geştiyarê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand.

Di beşeke din a hevdîtinê de, danûstandin li ser amadekariyên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê hate kirin û hate xwestin ku ew prose dûrî binpêkirin û sextekariyê birêve biçe.