Mesrûr Barzanî Konsûlê nû yê Amerîkayê pêswazî kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Tebaxê li Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks Jr kir.
Serokwezîr Barzanî, di hevdîtinê de pîrozbahî destbikarkirina Irvin Hicks li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî nû de jê re xwest.
Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî, spasiya piştgirî û piştevaniya berdewam a Amerîkayê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên dualî anî ziman.
Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê jî tevî nîşandana kêfxweşiya xwe ji bo destbikarkirina li Herêma Kurdistanê, amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyan li Herêmê di hemû waran de nîşan da.
Di civînê de, çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemecûrkirina aboriyê û girîngîdana veberhênan û piştgiriya sektora taybet jî hat axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin