Mesrûr Barzanî pêswazîya konsûlê nû yê Holandayê kir

12 October 2022 18:28 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pêswazîya konsûlê nû yê Holandayê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Cotmehê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Holanda yê li Herêma Kurdistanê Jaco Beerends kir.

Hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Konsulê Giştî yê Holandayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest, ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Holandayê.

Herwiha Konsulê Giştî yê Holandayê Jaco Beerends jî spasiya alîkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û pesnê çaksaziyên Kabîneya Nehem da, bi taybetî di warên hemecûrkirina aborî û girîngîdana sektora çandinî û dîjîtalkirina xizmetên giştî û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de.