Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Holandayê civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya beşdarbûna xwe ya li Forma Aborî ya Cîhanê Davosê de, li gel Serokwezîrê Holandayê civiya.
Îro (22.01.2025) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê li gel Serokwezîrê Holandayê Dick Schoof civiya û di hevdîtinê de her du aliyan behsa giringiya bihêzkirina peywendiyên dualî yên di warên cuda de kirin.
Beşeke din a gotûbêjan jî derbarê guhertin û pêşhatên li rojhilata navîn û bi taybet jî Sûriyeyê bû. Her du alî hemnêrîn bûn li ser pêwîstiya parastina aştî û seqamgirî û piştevaniya civaka navnetewî ji bo pêkanîna hikûmetekî giştgîr û beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin