Mesrûr Barzanî pêswazîya konsûlê nû yê Îranê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li konsûlê nû yê Îranê yê Hewlêrê kir.
Konsûlê Nû yê Îranê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî di hevdîtinê de, pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir ji ber ku bûye serokwezîrê Herêma Kurdistanê û jê re hêviya serkeftinê xwest.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bi xêr hatina dîplomatê Îranî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Beriya Nesrullah Reşnûdî jî Murteza Ebadî konsûlê Îranê yê li Hewlêrê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin