Mesrûr Barzanî pêswazî li Konsûlê nû yê Îtalyayê kir

11 November 2021 21:05 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pêswazî li Konsûlê nû yê Îtalyayê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îtalya yê nû yê li Hewlêrê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Konsulê Giştî yê Îtalya yê nû kir û hêviya xwe anî ziman ku di erkê xwe de serkeftî be û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di hemû waran de pêş bixe.

Konsulê Giştî yê Îtalyayê jî bal kişand ser girîngiya bihêzbûna pêwendiyên welatê wî ligel Herêma Kurdistanê û amadebûna Îtalyayê ji bo berfirehkirina hevkarî û hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand.