Blinken banga agirbestê li Îsraîl û Hizbullahê kir
PeyamaKurd - Piştî ku şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de gurr bû Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Anthony Blinken banga agirbestê li aliyan kir.
Piştî ku Îsraîlê pêşniyara agirbestê ya DYA û Fransayê red kir, Wezîrê Derve yê DYAyê ji bo agirbesta navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê dubare bang ki.
Blinken piştî hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ên li civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Biryariyên ku wê her du alî di rojên pêş de bidin, wê rêya ku ev herêm tê re bimeşe diyar bike. Ger ev biryar a şer be, li gel encamên xerab ên li ser gelên xwe, wê alî, niha û di salên pêş de jî eziyeta wê bikêşin.”
Wezîrê Derve yê DYAyê destnîşan kir ku rêyên çareseriya dîplomatîk, dibe ku niha dijwar xuya bikin, lê belê ji bo gihîştina agirbeskekê wê DYA bi domdarî bi hemû aliyan re diyalogê bike.
Blinken got: “Tiştê herî gring ê ku divê bi rêya dîplomasiyê bê çareserkirin ew e ku ger şer raweste, piştre kar ji bo peymanek dîplomatîk a berfireh bê kirin.
Derbarê berjewendiyên Amerîkayê de jî hişyarî da û got: “Amerîka dê hemû tedbîran li hember her aliyekî ku rewşê bikar bîne da ku êrîşî karmend û berjewendiyên Amerîka li navçeyê bike, bigire.”
Roja Çarşemê, Amerîka û Fransayê pêşnîyareke hevbeş pêşkêş kirin ku tê de agirbestek di navbera Îsraîl û Hizbullahê de bo heyama 21 rojan hebû. Lê Îsraîlê guh neda vê bangê û soza têkbirina Hizbullahê da û duhî Înê taxa Başûr a Beyrûtê bombebaran kir.
Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekezî li ser wê yekê kir, “mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze” lê wî rêya dîplomasiyê, wekî çareseriya herî baş dît.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin