Netanyahû: Serê me ne tenê li Xezeyê ye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku Îsraîl xwedî wê hêzê ye ku şer bike ji bo hebûna li Sûriyeyê jî diyar kir, hêzên wan gihîştine lûtkeya Çiyayê Himun (Cebel El Şêx) ku nêzîkî Şamê ye û wan nexşeya Rojhilata Navîn guhertine.
Netanyahû, îro 5ê Adarê di dema merasîma wergirtina Sererkaniya Artêşa Îsraîlê ya Eyal Zamir de, da zanîn ku wan bi alîkariya Amerîkayê û Serok Donald Trump çekên zêdetir gihandine artêşê û ew li gor pêwîstiyan gihîştine armancên şer ên temamî.
Serokwezîrê Îsraîlê got: ‘’Şerê me ne tenê li Xeze ye. Me şer di çend eniyan de kir, encam jî ji bo nifşên dema bê ronahî dibe û em ê bigihin hemû armancên şer. Yek ji wan nehiştina Tevgera Hemasê, çi ji aliyê desthilatê ve be û çi ji aliyê sivîl ve be.’’
Herwiha Netanyahû got, Îsraî bi biryar e ku li hember hêzên wekîlên Îranê bi ser bikeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin